Adaptasyona muzîka ji Rojhilatê Kurdistanê dikin û pê re jî muzîka klasîk jî adapte dikin. Tenê du sazên wan hene: Kemaçeya Rojhilatê Kurdistanê û cello (çelo).
Kamancello ku weke Kemançelo tê xwendin, muhtemel e ku biçe Torê wê bibe Kemaçelo! Kom sala 2014´an hatiye damezrandin. Du endamên komê hene Shahriyar Jamshidi û Raphael Weinroth-Browne. Cihê kom lê herî zêde bajarê Toronto yê Kanadayê ye.
Pêşî li Montrealê derket ser dikê
Cara yekê, kom sala 2015´an di Festîvala Cihana Ereb a Montrealê de bi navê Kamancello derkete ser dikê. Festîvalê kom weke berga xwe ya danasîna xwe hilbijart. Lihevanîna wan xwe disipêre muzîka modal a Kurd û muzîka klasîk a Rojavayî li ser kemaçe (kemaçeyeke 4 têlî ya kovik fireh) û celloyê. Komê heta niha du albumên xwe qeyd kirine. Yek jê wan qeyd kir li studyoya xwe bi xwe sala 2017´an û ya dinê jî li Studio Union Sound Company sala 2019´an bi navê Kamancello II: Voyage wan qeyd kir.